Rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina Jîna Emînî dest bi grevê kir

Wek nerazîbûna li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî, Li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê grevê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wek nerazîbûna li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî, Li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê grevê dest pê kir û dukan û bazar hatin girin û welatî di malên xwe de man.

Li gor vîdyoyên ku ji aliyê çalakvanên sivîl ve li torên civakî hatine belavkirin, xelkê bajarên Seqiz, Merîwan, Sine, Bane, Dêwilan, Bokan, Mehabad, Serdeşt, Şino û Ciwanro dukanên xwe girtine û rê û kolan vala ne.

Li ser banga Navenda Hevkariyê ya partiyên Rojhilata Kurdistanê û bi armanca nîşandana nerazîbûnê li hember kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsa Tehranê ve, welatiyan dukan û cihên xwe li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê girtine.

Li hemberê jî, Komara Îslamî ya Îranê hêzeke mezin a ewlekarî û leşkerî li nava bajaran belav kirine.

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji ber eşkencedanê ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqizî û çend bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê derketin.

Rêveberê Ajansa Dengûbas a Mukriyanê Mesûd Kurdpor derbarê greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê de ji K24ê re got: Ev nîşana hêrsbûna xelkê ji sîstema siyasî ya Îranê ye.”