Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma pêşwaziyê ya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londonê beşdarî merasîmeke pêşwaziyê bû, ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ve hat sazkirin.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londonê beşdarî merasîmeke pêşwaziyê bû, ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ve hat sazkirin, piştre peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem nivîsand.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 19ê Îlona 2022yan, li Londonê, piştî temambûna merasîma şîna Şahjin Elizabetha Duyem, li Parlamentoya Brîtanyayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmeke pêşwaziyê bû, ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ve ji bo beşdariya merasîma şîn û oxirkirina li şahjin hatibû sazkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem di tomara şînê de peyamek nivîsand.

Li Londonê di nava du rojên serdana xwe de, ku li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê bû, Nêçîrvan Barzanî ligel serkirde û rêberên welatên cîhanê beşdarî merasîma dawî ya oxirkirina Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem bû.