HDP dê li Diyarbekirê ligel saziyên sivîl bicive

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li Diyarbekirê bi 350 saziyên sivîl û pêşengên civakî re bicive.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar

Diyarbekir (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li Diyarbekirê bi 350 saziyên sivîl û pêşengên civakî re bicive.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şanda HDPê, di 20’ê Îlona 2022yan de li Diyarbekirê, bi 350 saziyên sivîl û pêşengên civakî re civîn lidar dixe.

Li gor zanyariyan, HDP dê rewşa siyasî, aborî û civakî ya li heremê bi nûnerên saziyên sivîl re binirxîne û helwesta ku HDP, ji bo namzetên Serokomarî deyne jî gotûbêj bike.

HDPê bi daxuyaniyekê ragihand, dê bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê geşteke civînên bi vî rengî lidar bixin û piştre jî nîrxandina wan hevdîtin û civînan bikin.