Biden: Korona li Amerîkayê bi dawî bû

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, li Amerîkayê vîrusa Koronayê (Covid-19) bi dawî bûye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, li Amerîkayê vîrusa Koronayê (Covid-19) bi dawî bûye.

Joe Biden ji televîzyona CBS re axivî û diyar kir, ji bo ku li seranserê Amerîkayê vîrusa Koronayê bi dawî bibe, hîn jî dixebitin.

Biden di Fuara Otomobîlan a Detroitê de ragihand: “Eger hûn bala xwe bidin kes maske bi kar nayne. Her kes jî baş xuya dikin. Ez bawer im rewş diguhere.”

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku li welatê wî vîrusa Koronayê (Covid-19) bi dawî bûye.

Hefteya borî, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihandibû, vîrusa Koronayê (Covid-19) bi dawî dibe, ku ji ber wê vîrusê, bi milyonan mirovan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, cîhan nêzîkî bidawîbûna Koronayê bûye, divê em ji metirsiyên vê vîrusê hîn jî agahdar bin.

Tedros Adhanom diyar kiribû, rêjeya pêketiyên Koronayê li cîhanê kêm bûye, me ti car pêşbînî nedikir ku em li ser vê vîrusa kujer zal bibin.

Adhanom dibêje: “Metirsiya dubare belavbûna Koronayê bi awayekî berdewam heye, divê em her dem rênimayên xweparastinê cidî werbigrin.”

Li gor amarên herî dawî yên WHO, heta niha 6 milyon û 507 hezar û 916 kesan ji ber bandora Covid-19ê li seranserê cîhanê canê xwe ji dest dane.