Rûsya: Derbarê Sûriyê de em amade ne pêwendiya me ligel Amerîkayê hebe

Hikûmeta Moskowê ragihand, welatê wan amade ye derbarê mijarên Sûriyê de pêwendiya wan ligel Amerîkayê hebe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Moskowê ragihand, welatê wan amade ye derbarê mijarên Sûriyê de pêwendiya wan ligel Amerîkayê hebe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand, Rûsya derbarê krîza Sûriyê de amade ye pêwendî bi Washingtonê re bike.

Mikhail Bogdanov diyar kir: “Niha dibe ku li ser xeta serbazî hinek pêwendiyên me ligel Amerîkayê hebin, em amade ne ku ji bo dirêjkirina van pêwendiyan.”

Bogdanov eşkere kir: “Amerîka hatibû vexwendin ku weke çavdêr di civînên Astanayê de amade be, lê belê ew amade nebûn.”

Rûsya yek ji wan aliyên sereke yên krîza Sûriyê ye û piştî destwerdana serbazî ya Rûsyayê, çendîn baregehên serbazî yên Rûsî li Sûriyê hatin vekirin.