Partiyên Opozîsyonê: Ji bo wergirtina dengên Kurdan wêrekî pêwîst e

Partiyên opozîsyonê yên di Tifaqa Millet de cih digirin li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe zêde dikin û dixwazin dengên kurdan werbigrin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiyên opozîsyonê yên di Tifaqa Millet de cih digirin li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe zêde dikin û dixwazin dengên kurdan werbigrin. Partiya DEVA û Partiya Saadetê dibêjin ji bo wergirtina dengên Kurdan wêrekbûn û risk pêwîst e û ew ê vê yekê nîşan bidin.

Partiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê dest bi bangeşeya hilbijartinê dikin û xebatên xwe her ku diçe zêdetir dikin. Bi taybetî jî partiyên Tifaqa Millet dixwazin dengên Kurdan bistînin, ji ber ku dibêjin dengên kurdan di hilbijartinên 2023yan de dê desthilatê diyar bike.

Yek ji wan partiyan DEVA ye ku di nava rêxistinên xwe yên bajaran de endamên herî zêde piştî Stenbolê li Diyarbekirê kom kirine ku rayedarên partiyê dibêjin di warê çareseriya pirsa Kurd de DEVA gelek zelal e.

Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya DEVA Cîhan Ulsen ji K24ê re ragihand: “Di nava 129 partiyên siyasî de partiya ku derbarê çareseriya pirsa Kurd de herî zelal diaxive û bernameya wê diyar e, partiya DEVA ye. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin û guherîna pênaseya welatîbûnê diparêzin. Em li Herêma Kurdistanê cuda û rojavayê Tirkiyeyê cuda naaxivin. Helwesta me yek e û zelal e.”

Yek ji partiyên Tifaqa Millet jî Partiya Saadet e ku rayedarên Partiya Saadetê dibêjin wan di rabirdûyê de jî di warê çareseriya pirsa Kurd de wêrekî nîşan daye û niha jî ew xwediyê heman werêkbûnê ne û dikarin têkevin nava rîskê ku ew ti caran mafên kurdan nakin bazara hilbijartinê.

Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn diyar kir: “Me di wan salên ku ti kesî nediwêrî bêje Kurd û Kurdistan de behsa çareseriya pirsa Kurd kir, wê demê serokê me birêz Necmeddîn Erbakan ev yek anî rojevê. Em amade ne niha jî heman wêrekiyê nîşan bidin. Bi nêrîna min mafên xwezayî divê nebin bazara hilbijartinê, divê bermaber wan mafan ti tiştek newê xwestin.”

Rayedarên partiyên Tifaqa Millet didin zanîn ku heta niha di civîna maseya 6 kolî de behsa pirsa Kurd nehatiye kirin û tenê behsa ewlekariya hilbijartinê û vegera pergala parlamenterî hatiye kirin.

Rayedarên partiyên Tifaqa Millet yên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku nava Tifaqa Millet de oldar, neteweperest û komarparêz hene, lê eger Tifaqa Millet li Bakurê Kurdistanê îdeolojîk tevbigere dê têk biçe.