Dikandarekî Stenbolê: Li Tirkiyê geştyar pir in lê dahat kêm e

Piştî pandemiyê di 8 mehên pêşî yên sala 2022an de hejmara geştyarên ku serdana Tirkiyê kirine bi qasî ji sedî 52,84 zêde bûye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Piştî pandemiyê di 8 mehên pêşî yên sala 2022an de hejmara geştyarên ku serdana Tirkiyê kirine bi qasî ji sedî 52,84 zêde bûye û çûye bi ser 26 milyon û 200 hezar kesan. Esnafên deverên geştyariyê jî dibêjin: hejmara geştyaran zêde bûye lê hê jî dahat gelekî kêm e.

Li gorî daneyên Saziya Amarên Tirkiyê ji meha yekê heta meha 7ê ya sala 2022an, geştyarên ku ji welatên cûr be cûr serdana Tirkiyê kirine rekorteke nû li xwe tomar kiriye û bûye 26 milyon û 195 hezar û 747 kes. Di 9 mehên pêşî yên vê salê de jî 9 milyon û 10 hezar geştyaran serdana Stenbolê kiriye. Bazirganên Nîvgirava Dîrokî yên li Sultanehmedê jî dibêjin “rast e hejmara geştyaran ya îsal pir e lê dahat hê jî kêm e”.

Bazirganê Nîvgrava Dîrokî Siltanehmed Bekîrhan Ekîncî ji K24ê re diyar kir: "Hejmara geştyaran gelekî zêde bûye. Lê wek berê ew geştyarên bi qalîte nînin û ji ber bilindbûna Dolar û Euro qezenca me kêm e."

Bazirgan Saadettîn Derya dibêje: “Li gorî par sê qat zêde bûye hejmara geştyaran. Erê em kar dikin lê vê carê jî jiyan biha bûye; fatoreya ceryanê tê 3 hezar lîre; hûn hesab bikin."

Veysel Hunas jî diyar dike: “Geşedanek heye di hejmara geştyaran de lê piraniya wan bê pere ne loma mixabin tu feydeyeke wan li me nabe."

Ligel Stenbolê, piştî pandemiyê bajarên din yên cihê geşte jî wek Antalya û Kapadokya îsal rekortên nû li xwe barkirine. Li gorî daneyên fermî îsal di 9 mehên pêşî de zedetri  10 milyon 60 hezar geştyaran serdana Antalyayê kirine.

Kapadokyaya ku di nava Lîsteya Gêncîneya Çandî ya Cîhanê UNESCOyê de cih digire jî îsal ji aliyê zedetri 2 milyon û nîv kesan ve hatiye seredankirin û rekorta hemû deman li xwe tomar kiriye. Kompaniyên geştyariyê jî dibêjin; îsal geştyarên Ewrûpî berê xwe dan e Tirkiyê.

Xwediyê Kompaniya Geştyariyê Davut Dogan ji K24ê re diyar kir: "Di warê geştyarî de taybet piştî pandemiyê me zêdebûneke bi vî awayî çaverê dikir. Kapasîteya bajêr ji sedî 90 zêdetir bûye. Ji Ewrûpa, Avûstralya, Efrîka û Erebîstana Siûdî bi hezaran kes serdana Tirkiyê dikin îsal." 

Li gorî daneyên Saziya Amarên Tirkiyê di çarêka yekem ya sala 2022an de li Tirkiyê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de asta dahata geştyariyê ji sedî 190,2 zêde kiriye û ji vê kertê bi zedetri 8 milyar 700 milyon dolar qazancek bi dest xistiye.

Heta meha Sermawazê rezervasyonên geştyarên ku têne Tirkiyê tije bûne. Hotêl heta devê xwe tije bûne. Lê belê li gorî esnafên Siltanehmedê hejmara geştyaran pir e lê dahat kêm e. Ew hêvî dikin hejmara zêde ya van geştyaran ji wan re veguhere dahatekî da ku dîsa wekî di salên de pandemiyê de nikaribin bikevin tengasiya nedayîna kirêya dikana xwe.