Swîsreyê li ser kirîna firokeyên şer ligel Amerîkayê rêkeftin kir

Hikûmeta Swîsreyê rêkeftinek ji bo kirîna firokeyên şer ên cûreya F-35A ligel Amerîkayê îmze kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Swîsreyê rêkeftinek ji bo kirîna firokeyên şer ên cûreya F-35A ligel Amerîkayê îmze kir.

Ofîsa Pirçekkirina Federal ku ser bi hikûmeta Swîsreyê ye, ragihand; wan ligel aliyên pêwendîdar ên Amerîkayê, derbarê dabînkirina 36 firokeyên şer ên cûreya F-35A li hev kirine.

Di çarçoveya rêkeftinê de, radestkirina firokeyan ji sala 2027an ve dest pê dike û heta sala 2030 berdewam dibe, firokeyên F-35A di hêzên esmanî yên Swîsreyê de cihê firokeyên cûreya F/A-18 Hornets û F-5 Tigers dê bigre.

Li ser vê mijarê, Lijneya Pişkinînê ya Parlamentoya Swîsreyê ragihand, encamdana rêkeftinê "cihê nîgeraniyê ye", lê belê "berevajî yasayan nîn".

Oposîzyona Swîsreyê li ser vê mijarê kampanyayeke bi navê "Kirîna F-35Ayan rawestînin" ragihand, bi vê kampanyayê îmze li dijî kirîna firokeyên şer kom kirine.