HRW: Divê kesên di ber mirina Mehsa “Jîna” Emînî de berpirs in bên girtin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaza lêkolîneke zelal ji Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaz ji komara Îslamî ya Îranê dike, lêkolîneke zelal derbarê canjidestdana Mehsa “Jîna” Emînî de bike.

Human Rights Watch di daxuyaniyekê de got ku “Mirina wê keçê piştî girtina wê ji ber awayê cilûbergên wê ve, delîlek li ser hilweşîneke xirap e.”

Her wija got: “Pêwîst e lêkolînek zelal bête kirin û kesên di ber mirina Mahsa de berpirs in bên girtin û malbata wê were qerebûkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê desthilatdarên Îranê demildest yasaya sepandina hîcabê ya bi neçarî hilweşîne û yasayên din ên ku jinê ji serxwebûnê û mafên wê bêpar dikin jî hilweşînin yan sererast bikin.” Tekez kir jî, “ Tenê wê demê dê pêşketinek ji bo jinavbirina cudakarî, tundûtûjî û mirina ku nîvê civaka Îranê ji ber dewleteke zordar dinale, çêbibe.”

Mehsa “Jîna“ Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqizî û çend bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê derketin.

Di xwepêşandanên roja Duşemê 19ê Îlonê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, herwiha zêdetirî 250 kes jî hatin desteserkirin.