Sancar: Em dixwazin pirsa Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP’ê li Diyarbekirê bi rêverber û nûnerên civaka sivîl re civînek pêk anî. Di Civînê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar behsa stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinanan de kir û got; ew dixwazin bi saziyên sivîl re derbarê nexşerêya HDP’ê de danûstandinan bikin. Sancar got; ew despêkeke nû pêşniyar dikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlementerên HDP’ê li Diyarbekirê bi nûner û rêveberên saziyên civaka sivîl re civiyan.
Civînê 3 demjimêran berdewam kir. Di civînê de Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar gotarek pêşkêş kir.
Sancar, di gotara xwe de rexne li siyaseta AK Partî girt û got; bi polîtikayên xwe yên şaş aborî û aramiya welatiyan têk bir.
Sancar da zanîn ku; ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û ji bo demokrasiya xwecihî bihêz bibe ew têdikoşin.
Sancar wiha got: “Me deklerasyona xwe ragihandibû lê belê li gorî rewşa nû em ê bi we re nirxandinên nû bikin. Ew di hilbijartin û di çareserkirina pirsgirêkan de partiya mifte ne.”