Apê Mûsa Anter li cihê ku lê hatiye kuştin hat bibîranîn

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Mûsa Anter ango Apê Mûsa, li Diyarbekirê û li gundê xwe yê li Nisêbîn a Mêrdînê; di 30 salvegera kuştina wî de,  hat bibîranîn. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û kurê Musa Anter Dîcle Anter beşdarî merasîman bûn. 

Li Taxa Seyrantepe, li kolana ku Mûsa Anter di 20’ê Îlon a sala 1992’an de, lê hatibû kuştin û li gundê Sitîlîlê ya ser bi Nisyebîn a navçeya Mêrdînê ve; merasîmên bibîranîna Apê Mûsa hatin lidar xistin. Beşdaran kirnefîl danîn cîyê ku Apê Mûsa hatibû kuştin û balê kişandin ku bi kuştina Musa Anter, mebest çavtîrsandina civakê bûye, lê îro rojnamevan û medya Kurdî, di şopa wî de xwe gihandiye asteke girîng. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Îmam Taşçier di axaftina xwe ya li merasîmê de, balê kişand ku pergala Tirkiyê, ji destpêka damezrandina xwe ve heta îro heman polîtîqayan dimeşîne.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier got: “17 hezar û 500 buyerên faîlî meçhûl ku Kurd hatine qetil kirin, ew buyer çibûn hûn dizanin 4 hezar gundên Kurdan hatin vala kirin, ew buyerên salên 1990an de, 4 milyon Kurd ji cîh ûw arên xwe hatin der kirin. Van buyeran di sala 1991’an de bi Wedat Aydin û 1992’an de Musa Anter destpê kir û heta îro jî ew polîtîqa berdewam dikin.”

Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter jî balê dikşîne ku hemû agahî û dîyarde di destên dewletê de ne, lê dewlet kujeran diparêze û dixwaze doz jî demborî bibe. Anter tîne ziman ku heta ku encameke dadwerî pêk neyê ew dest ji doza xwe bernadin.

Dîcle Anter ji K24ê re got: “Serê 30 sala ye, hema hema her sal ez têm vê derê. Îsal 30 sal derbas bû, lê hêj jî doza bavê min ne dîyar e. Yanî di rastî de her tişt xuya ye, her tişt di destên deletê de ye. Lê dema ku hiqûq û edaletê neyê bicîh kirin, encamên wiha jî derdikevin. Yanî niha qatîlên ku bavê min kuştine, li nav me û li nav civakê azad digerin, belkî tawanên nû dikim em wî nizanin. Lê heger ku kujer bihata diyar kirin û ceza kirin, belkî bi wê ceza kirinê pêşî li buyerên wiha bihata girtin.”

Berî 30 salan Apê Musa bi guleyekê ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin. Ji wê rojê û heta îro şopa wî berdewam dike û daxwaziya ku ew bûyer bê ronîkirin û kujerên wî bên cezakirin jî berdewam e.