Grûpa hacker a herî navdar gefê li Îranê dixwe

Grûpa Anonymous ku li cîhanê yek ji grûpên herî navdar ên hackerê ye, çendîn malperên sereke yên hikûmeta Îranê hack kirine û di peyameke vîdeoyî de piştgiriya xwe li xelkê Îranê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa Anonymous ku li cîhanê yek ji grûpên herî navdar ên hackerê ye, çendîn malperên sereke yên hikûmeta Îranê hack kirine û di peyameke vîdeoyî de piştgiriya xwe li xelkê Îranê ragihand.

Piştî kuştina Jîna Emînî û zêdebûna xwepêşandanan, grûpa Anonymous, malpera fermî ya hikûmeta Îranê û ajansa nûçeyan a wî welatî hack kirin.

Grûpa Anonymous li ser medyaya civakî vîdeoyekê belav kiriye ku behsa Jîna Emînî û bêdengkirina xwepêşanderan dike û dibêje: “Em nahêlin êdî xelk werin bêdengkirin û em nahêlin hikûmeta Îranê di nav înternetê de zindî bimîne.”

Anonymous gefa destpêkirina êrîşan li Îranê dixwe û dibêje: “Em dest bi êrîşan dikin, em ê (di nav înternetê de) we bikujin û xelk jî dê we ji ser kursiyê desthilat bîne xwarê.”

Mehsa “Jîna“ Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqizî û çend bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê derketin.

Di xwepêşandanên roja Duşemê 19ê Îlonê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, herwiha zêdetirî 250 kes jî hatin desteserkirin.

Li bajarên Urmiye, Mehabad û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê sê kesên din bi teqeyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê hatin kuştin.