HDP ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî dest bi çalakiyeke berfireh dike

HDP dê îro demjimêr 13:00 li 51 bajar û zêdetir ji 400 bajarokan dest bi çalakiyeke berfireh bike

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP îro ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî dest û piştgiriya li xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê, dê li 51 bajar û zêdetir ji 400 bajarokan dest bi çalakiyeke berfireh bike.

Encûmena Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji ber kuştina Jîna Emînî derketine, dê îro demjimêr 13:00ê bi awayeke hevdem li 51 bajar û zêdetir ji 400 bajarokan dest bi çalakiyeke berfireh bike.

Mehsa “Jîna” Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Îranê derketin û heta niha 11 kes ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin, 450 kes birîndar bûne û zêdetir ji 500 kesî jî hatine binçavkirin.

Duhî jî Gelek jinên welatiyên Îran û Tirkiyê bi mebesta şermezarkirina kuştina Jîna Eminî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, li pêş Konsulxaneya Îranê ya li Stenbolê kom bûn û dirûşmeyên têkçûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê gotin. Çalakvanekê Îranî li pêş konsolxaneyê porê xwe jê kir û got: “Eger ev porê me ji bo azadiya me bibe asteng, em ê jê bikin.”