Helîkoptereke Tirkiyê ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di encama ketina helîkopterekê li parêzgeha Denîzlî ya Rojavayê Tirkiyê de, 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand, helîkoptereke vemirandina agir li navçeya Çardakê ketiye xwarê ku karmendên wê ji 7 kesan (5 Rûsî û 2 jî Tirk) pêk dihat.

Amaje bi wê yekê jî kir, 2 karmendên helîkopterê canê xwe ji dest dane û yên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca diyar kir, yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest dane Rûsî û yê din jî Tirk e û diyar kir ku dermankirina 5 birîndaran jî didome.

Wezîrê Tenduristiyê di twîtekê de diyar kir ku tîmên ambulansê di 9 xulekan de gihîştine cihê bûyerê û da zanîn ku rewşa du birîndaran giran e.