Tirkiye nerazîbûnê li dijî referanduma Rusyayê li Dontesk û Luhanskê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê li dijî referanduma serxwebûnê ya ku dê li  bajarên Dontesk û Luhanskê ku di bin kontrola Rusyayê de bên kirin, derket.

Di daxuyaniyê de Tirkiye dilgiraniya xwe ji rapirsînên yekalî ya li Dontesk, Luhansk, Xerson û Zaporozhya nîşan da û da zanîn ku gavên wiha yên defakto û nerewa ji aliyê civaka navnetewî ve jî nayê nayê naskirin û dê pêvajoya dîplomatîk asteng bike û nearamiya li Ukraynayê dê zêdetir bike.

Dontesk, Luhansk, Xerson û Zaporozhya 4 herêmên Ukraynayê yên dê referandum lê bê kirin, piştî şerê operasyona vê dawiyê ya li Ukraynayê  ketine bin kontrola Rûsyayê.

Desthilata ku ji aliyê Moskoyê ve li wan çar herêmên Ukraynayê hatine destnîşan kirin ragihand, ew ê di navbera 23-27-ê Îlonê de referandumên bilez bikin ji bo ku tevlî Rûsyayê bibin.

Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba tekez kir, Ukrayna dê berdewam be li ser rizgarkirina xaka xwe, eger Rûsya çi ragihîne jî.

Li Washingtonê, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Koşka Sipî Jake Sullivan got: “Ev referandum binpêkirina prensîbên serwerî û yekparçeyiya axê ye. Eger referendum bê kirin, Amerîka dê ti carî wê nas neke.”