Rêveberiya Xweser: 16 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane

Dr. Ciwan Mistefa: Ji ber daketina asta ava çemê Feratê, gelek nexweşiyên wek Laşmanya û Kolerayê belav bûne
Wêne: AFP
Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara pêketin û mirina bi Kolerayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser zêde dibe û Desteya Tendirustiyê banga piştevanî û alîkariyê li civaka navdewletî û Rêxistina Tendirustiya Cîhanê kir.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji 5ê Îlonê û heta niha, 16 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane ji wan, li Dêrazorê 10 kes, li Reqayê 2 kes, li herêma Şehbayê 2 kes û li herêma Cizîrê 2 kes in.

Diyar kir jî, ji 5`ê Îlonê û heta niha 2867 rewşên bi guman ên Kolerayê hatine dîtin.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, piştî 12 salan ji berdewamiya şerê li tevahiya Sûriyê, dorpêçkirina li ser herêmê û hilweşîna gelek saziyan û bi taybet sektora tendirustiyê, gelek nexweşî li seranserî Sûriyê derketine, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nav de ku rasterast bandorê li tenduristiya welatiyan dike.

Dr. Ciwan Mistefa amaje bi kêmberdana ava çemê ji aliyê Tirkiyê ve kir û got, ji ber daketina asta ava çemê Feratê, gelek nexweşiyên wek Laşmanya belav bûye û niha jî nexweşiya Kolerayê belav dibe.

Her wiha Dr. Ciwan Mistefa bang li civata navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bike da ku ava çemê Firatê berde û got: “Li Hesekê ji ber kêmbûna ava vexwarinê krîzeke mezin heye. Piraniya ava ku digihêje bajêr ji deverên nêzîkî çemê Firatê ne û bi tankerên ku bi klorê nayê çareserkirin tê. Ev jî dibe sedem ku nexweşiya kolera bi awayekî zêde li bajêr belav bibe. Ev jî metirsiyeke cidî ye.”

Dr. Ciwan Mistefa bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, civata navdewletî û hemû rêxistinên ku li herêmê dixebitin kir ku piştgiriyê bidin Desteya Tenduristiyê û hemû saziyên ku rola wan di dezenfektekirina avê de heye û alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Di dawiya kongreyê de Ciwan Mistefa bang li hemû welatiyan kir pabendî rêkar û rêninayên xweparêziyê bibin ji ber ev nexweşiyeke metirsîdar e û dikare di nava demjimêran de li hemû herêman belav bibe û bibe sedema nexweşiya gelek kesan.

Di çend rojên borî de piştî tomarkirina haletên pêketin û mirina bi Kolerayê li navçeyên cuda ên Sûriyê, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) hişyarî ji belavbûna nexweşiya Kolerayê li seranserî Sûriyê dabû. Lê Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Dr. Hesen El-Xabeş ragiahnd, rewşa epîdemîolojîk a belavbûna Kolerayê di bin kontrolê de ye.