ENKS: Îranê bi kuştina Jîna Emînî tawaneke din li lîsteya xwe ya reş zêde kir

Jîna Emînî
Jîna Emînî

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî di bin eşkenceya hovane ya polîsên Îranê de bi tundî şermezar kir û ragihand, “Rejîma Îranê bi vê kiryara xwe ya cinayetkar, tawanek nû li lîsteya xwe ya reş a mafên mirovan zêde kir.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Polîsên Îranê roja 13’ê Îlonê jineke ciwan a Kurd (Jîna Emînî) bi hinceta ku hîcab bi awayekî guncaw negirtiye, girt û bi awayekî hovane eşkence da, heta ku roja 16’ê Îlona 2022’an ji ber eşkencedanê canê xwe ji dest da.”

ENKS diyar kir, “Ji ber vê yekê, xwepêşandan li gelek bajarên Îranê û hemû bajarên Kurdistana Îranê û li çendîn zanîngehên paytexta Îranê belav bûn, ku jinan bi awayekî berfireh beşdarî xwepêşandanan bûn û hîcaba xwe rakirin û siloganên (Bimre Komara Îslamî) bilind kirin.”

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin: “Xwepêşanderan nerazîbûn nîşanî zordestiya polîsên Îranê dan ku bi sedan ji wan hatin girtin. Hat ragihandin jî di nav xwepêşanderan de kuştî û birîndar hene.”

Tekez kir jî: “Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî vê tawana hovane ya desthilatên Îranê li dijî xwenîşanderan şermezar dike û hevxemiya xwe û piştevaniya xwe ji xwepêşandanên aştiyane yên li Îran, Kurdistana Îranê û cîhanê re nîşan dide.”

ENKSê dibêje: “Rejîma Îranê bi vê kiryara xwe ya cinayetkar, tawanek nû li lîsteya xwe ya reş a mafên mirovan zêde kir.”

Her wiha ENKSê Bang li Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî û mafên mirovan dike ku van tawanan şermezar bikin û dawî li van binpêkirinên eşkere yên mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî bînin.

ENKSê di dawiyê de sersaxiyê ji gelê Kurd li Kurdistana Îranê û malbatên şehîd Jîna Emînî re xwast û hêvî kir Xwedêyê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike.