“Ciwanên Şoreşger” ciwaneke 15 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand

Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed
Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve ciwaneke din a 15 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand û bir navendeke leşkerî. 

Jêderekî taybet ji K24ê re ragihand, keça 15 salî Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed roja 21/7/2022 li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevegra Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û ji bo navendeke leşkerî hatiye birin.

Diyar kir jî, Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed ji dayikbûna 2007an e, gundê Sariya yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye û bi malbata xwe re koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye û duhî li pêşiya kargeheke dirûtinê ya li kolana Rojhilat a Şêx Meqsûd hatiye revandin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn, di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê koçberî wan her du taxan bûne.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan, diyar bikin.

Nasnameya Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed
Nasnameya Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed