Balyozê Ukrayna li NY: Referandum neyasayî ye û nîşana bêhêviya Rûsyayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Ukrayna li Netewên Yekgirtî Sergiy Sergiy Kyslytsya radigihîne, referanduma li her du herêman Dontesk û Luhanskê ne yasayî ne û ji bilî Koryaya Bakur û Nicaragua ti welatekî din encamên wê nas nakin.

Balyozê Ukrayna li Netewên Yekgirtî Sergiy Sergiy Kyslytsya ji K24ê re got: “Rewşa xirab a ewlehî û aborî dişibihe rewşa Şerê Cîhanê yê Duyem û Rûsya di ber rewşa xirab a cîhanê de berpirs e, ji ber wê jî erkê civaka navdewletî ye ku dawî li vê rewşê û şerê Rûsyayê bîne.”

Kyslytsya got jî: “Şerê li ser Ukraynayê dê ne bi têkçûna artêşa Rûsî bi dawî bibe, lê belê bi rakirina sedemên ku di destpêkê de bûne sedema vê êrişê li ser welatê me.”

Destnîşan kir jî: “Em her tim di hemû hevdîtinên xwe de, spasiya i welatên ku piştgiriyê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê didin Ukraynayê dikin. Em bang li dostên xwe dikin ku cezayên li dijî Rûsyayê bidomînin û tekez dikin ku pêwîst e Mosko zirarên ku gihandiye Ukraynayê qerebû bike.”

Balyozê Ukrayna li Netewên Yekgirtî referanduma Dontesk û Luhanskê bi neyasayî û nîşana bêhêviya Rûsyayê bi nav kir û got: “Rûsya di qada şer de têk çûye û dixwaze referandumeke neqanûnî bike, ev referendum ji bilî Koreya Bakur û Nicaragua, dê di asta navdewletî de neyê naskirin.”

Desthilata ku ji aliyê Moskoyê ve li Dontesk û Luhanskê hatine destnîşankirin dê di navbera 23-27-ê Îlonê de referandumekê bikin ji bo ku tevlî Rûsyayê bibin.