Baroya Diyarbekirê: Dadgeh hewla sergirtina doza Tahir Elçî dide

Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, daxuyaniyeke hevpar li ser birêvebirina doza Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ragihandin.

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, daxuyaniyeke hevpar li ser birêvebirina doza Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ragihandin.

Hat ragihandin ku dozger û dadgeh, ji destpêkê ve, li şûna ku li diyarde, dane û agahiyên ku bûyerê ronî bikin bigerin,  hewla ku ser dozê bigirin didin û ev jî helwesteke dijî hiqûqê û dadweriyê ye.

Daxuyaniya ku bi desnivîsa Serokê Baroya Diyarbekirê û Seroka Rêveberiya Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî parêzer Turkan Elçî hatiye ragihandin, balê dikşîne ser wê yekê ku di rûniştinên berê de, biryara guhdarîkirina Serokwezîrê Tirkiyê yê serdema ku Tahîr Elçî hatibû kuştin û di gotareke xwe de jî kuştina Elçî wek cînayet ragihandibû Ahmet Davutoglu dabû. Lê li ser daxwaza dozger, 10 emîn dadgeha Diyarbekirê; bi rûştina 19ê Îlona 2022yan biryara ku ‘ji ber Ahmed Davutoglu şahidê bûyerê yê rasterast nebûye û gotinên wî, li ser ronîkirina bûyerê ti guherînê nakin, pêwistî bi guhdarîkirinê nîne’ daye.

Hiqûqnasan ragihandine ku ew qebûl nakin û rê nadin ku ‘ser doza Tahîr Elçî bê girtin’ û helwesta dozger û dadgehê jî şermezar kirin.

Bangewazî li serokên hemû Baroyên Tirkiyê, mafparêz û parêzeran hat kirin ku ji bo nerazîbûn nîşanî helwesta sergirtina doza Tahîr Elçî bidin, di 27ê Îlonê de, bi cubeyên xwe beşdarî xwepêşandana li ber Edliya Diyarbekirê bibin, hat kirin.