Serokwezîrê Îsraîlê: Em ê bi hêza serbazî bersiva Îranê bidin

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ragihand, eger Îran di berhemanîna çekê atomî de berdewam be, divê civaka navdewletî hêza serbazî bi kar bîne.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ragihand, eger Îran di berhemanîna çekê atomî de berdewam be, divê civaka navdewletî hêza serbazî bi kar bîne.

Yair Lapid di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand: “Yekane rê ji bo rêgirtina li Îranê li hember berdewamkirina bernameya atomî ew e ku em gefa serbazî li şûna gotûbêjan bi kar bînin, tenê wê demê em dikarin rêkeftineke me ya bihêz ligel wan hebe.”

Lapid diyar kir: “Divê ji bo îranê zelal bibe ku eger berdewam be di bernameya atomî de, cîhan dê li şûna axaftinê, bi hêza serbazî bersiva wan bide.”

Herwiha dibêje: “Şiyana me ya pêwîst heye û em natirsin ku bi kar bînin. Her karek pêwîst be, em ê encam bidin, Îran nikare bibe xwedî çekê atomî.”

Beriya niha Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid diyar kiribû, Îsraîlê kariye hewldanên zindîkirina rêkeftina atomî pûç bike.