Îbrahîm Reîsî: Dosyeya Jîna Emînî hêj di lêkolînê de ye

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, dosyeya Jîna Emînî hêj di lêkolînê de, lê belê welatên rojava bi durûtî ligel vê mijarê tevdigerin.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, dosyeya Jîna Emînî hêj di lêkolînê de, lê belê welatên rojava bi durûtî ligel vê mijarê tevdigerin.

Îbrahîm Reîsî di konferanseke rojnamevanî de li New Yorkê ragihand, bûyerekê li Îranê rûdaye ku niha di bin lêkolînê de ye, eger xemsariyek an jî xeletiyek rûdabe, bêguman lêkolîn dê were kirin.

Reîsî destnîşan kir: “Eger li derve behs bikin an nekin, ev erkê Komara Îslamî ya Îranê ye ku mafên welatiyên xwe biparêze, lê belê li Amerîkayê jî çend kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, gelo lêkolîn derbarê wan de hat kirin?”

Herwiha got: “Li Brîtanyayê di nava 28 hefteyan de 80 jinan canê xwe ji dest dan, gelo lêkolîn li ser sedem û xemsariyan hat kirin?”

Serokomarê Îranê dibêje, nabe bi durûtî ligel mijarên mafên mirovan tevbigerin, ev bûyer jî li Îranê hîn yekalî nebûne, tenê bijîşkê dadî axiviye û piştre ev desthilata dadweriyê ye ku raporta xwe ya dawî dê belav bike.

Derbarê xwepêşandanan de jî diyar kir, gelek asayî ye ku xelk li ser biryarekê nerazîbûna xwe nîşan bidin, lê belê alozî û têkdana milkê giştî cuda ye.