Zaxarova: Neteweyên Yekbûyî dardestê daxwazên welatên rojava nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, Neteweyên Yekbûyî dardestê pêkanîna daxwaza welatê rojava nîne, lê cihê dîtina çareseriyê ye.
Mariya Zaxarova ji kanala Rûsya Yek re ragihandiye: “Çaksaziya Encûmena Asayîşa Navdewletî pêwîst e, lê belê nabe ji hêla wan aliyan ve were kirin ku dixwazin Neteweyên Yekbûyî bixin bin xizmeta berjewendiyên xwe.”
Zaxarova bal kişand ser helbesteke helbestvanê navdar ê Rûsyayê Aleksander Puşkîn, ku dibêje: “Neteweyên Yekbûyî weke masiyekî zêrîn nîne, ku xwesteka hinek kesên dîn pêk bîne.”
Herwiha got: “Neteweyên Yekbûyî mekanîzmaya dîtina rêyên çareseriyê û gihîştina rêkeftin û dariştina siyaseta navdewletî ye, da ku sîstema dîplomasiya cîhanê têk neçe û alozî dernekeve.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje: “Divê çaksazî li Encûmena Asayîşa Navdewletî bi awayekî erênî were kirin û neçe xizmeta berjewendiyên kesên hilgirê îdeolojiya rojava ne.”