Li nêzîkî Kampa Holê çar çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ragihand, çar çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku hewl didan bikevin nav Kampa Holê.

Hewlêr (K24) – Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ragihand, çar çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku hewl didan bikevin nav Kampa Holê.

Kampa Holê di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye û nêzîkî 60 hezar kes tê de ye, ku jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Berdevkê Fermandariyê Joe Buchino ragihand, otomobîleke çekdarên DAIŞê, 20 kîlometre li rojhilatê Kampa Holê teqiyaye.

Joe Buchino eşkere kir, hêzên HSDê gihîştine cihê teqînê û dîtine ku çend çekdarên DAIŞê li wir in û yek ji wan ji aliyê HSDê ve hatiye kuştin, yek ji wan xwe teqandiye û yê sêyem jî hatiye desteserkirin.

Herwiha diyar kiriye, otomobîla duyem 50 kîlogram madeyên teqemeniyê tê de bûye û ligel hêzên HSDê rûbirûyî hev bûne û di encamê de çar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Hêzê Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandibû, di helmetekê de ku di van demên dawî de li Kampa Holê encam dane, 220 kes desteser kirine.