Esayîbê Ehlê Heq: Li Bexdayê bêhna kûdetayê tê

Esayîbê Ehlê Heq ragihand, liv û tevgerên şevên Bexdayê bêhna kûdetayê jê tê.

Hewlêr (K24) – Esayîbê Ehlê Heq ragihand, liv û tevgerên şevên Bexdayê bêhna kûdetayê jê tê.

Endamê Fraksiyona Parlamentoyê ya Sadîqûn a Tevgera Esayîbê Ehlê Heq Elî Cemalî diyar dike, roj û şevên nimayîşên serbazî yên li Bexdaya paytexta Iraqê encam dide ku bêhna kûdetayê jê tê.

Elî Cemalî destnîşan kiriye, rêkarên ewlehiyê yên li Kerx, Resafe û Navçeya Kesk rûdidin, senaryoya encamdana kûdetayê ye û tirs û xof li nav welatiyên Bexdayê dirust kirine.

Cemalî dibêje, erkê hêzên ewlehiyê parastina dewletê ye ji her aliyekî ku bu kûdetayê bixwaze hewla rûxandina proseya siyasî bide.