Hejmara qurbaniyên keştiya li peravên Sûriyê noqî avê bû gihîşte 73 kesan

Şeva borî li peravên Sûriyê keştiyek noqî avê bû û di encamê de 73 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî li peravên Sûriyê keştiyek noqî avê bû û di encamê de 73 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustî yê Sûriyê Hesen Xebaş ji ajansa AFPê re ragihandiye, hejmara koçberên ku li nêzîkî peravên Tertûsê canê xwe ji dest dane, gihîşte 73 kesan.

Hesen Xebaş diyar kiriye, nêzîkî 20 koçber hatine rizgarkirin û li Nexweşxaneya Basil a li Tertûsê tedawî dibin.

Duh pêncşemê 22yê Îlona 2022yan, Rêveberê Giştî yê Benderên Sûriyê Samir Qibrislî ragihand, ew koçber ji Lubnanê bi rê ketine û hejmarek ji qurbaniyan, xelkê welatên din in.

Ji ber xirabiya rewşa derbarê, bi salan e ji Lubnanê bi hezaran kes weke koçber bi rêya deryayê berê xwe didin Qibrisê û beşek ji wan ji ber binavketina belemên wan canê xwe ji dest didin.

Welatiyên Filistîn, Sûriye û Lubnanê bi rêya deryayê hewl didin derbasî Yûnanistanê bibin.