Cîgirê Erdogan Hayatî Yazici ligel şandekê serdana Diyarbekirê kir

Diyarbekir (K24) - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Hayatî Yazici li Diyarbekirê got; di rojeva wan de ti xebateke ji bo ragihandina lêborîna giştî tune ye.
Endamê Lijneya Biryardar û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazici li gel hejmareke parlementer û berpirsên partiya xwe, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Diyarbekirê kirin.
Hayatî Yazici, di kongreya rojnamegerî de got; ti xebateke wan derbarê ragihandina lêborîna giştî de tune ye.
Yazici derbarê pirsgirêka Kurd de jî axivî û got: “Welatê me yek e, da ku em mafên miletê xwe û dadweriyê biparêzin berdewam dimeşin. Me di mijara civakî û siyasî de 'paqijiyeke mezin' kir. Me wesayeta li ser vê herêmê û Tirkiyeyê rakir. Me sedemên ku rêxistina terorî bi kar tîne ji holê rakirin. Ev rêxistina terorî li ser partiyeke siyasî bandora xwe nîşan dide. Heta ku HDPê pêwendiyên xwe bi vê rêxistinê re nebire ew li pêşiya çareserkirina hin pirsgirêkên Tirkiyeyê asteng e.”
Hayatî Yazici da zanîn ku ew nabêjin wan hemû pirsgirêk çarser kirine û wiha axivî: “Em dizanin nirxên kelûpelan giran bûne. Me ti pirsgirêkên Tirkiyeyê piştguh nekirine. Em li dijî giranbûna nirxên kelûpelan dixebitin. Em piştgiriya wan kesên ku hêza wan ya kirînê ketine jî dikin.”