Ermenistan û Azerbaycan êrîşî hev dikin

Tevî agirbestê, bûye du roj rûbirûbûna navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê dest pê kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî agirbestê, bûye du roj rûbirûbûna navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê dest pê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Ermenistanê, Azerbaycan çend pêgehên serbazî yên ser sînor, topbaran dike û ji ber wê heft welatî birîndar bûne, ku yek ji wan ji ber giraniya birîna xwe, canê xwe ji dest daye.

Azerbaycanê derbarê ziyanan de hîn ti amarekê belav nekiriye.

Çend sal in kêşe di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser herêma Qerebaxê heye, ku herdu alî jî, xwe weke xwediyê wê herêmê dibînin.

Ji ber vî şerê nû, heta niha 200 serbazên ji herdu aliyan hatine kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Ermenistanê daxwazê ji civaka navdewletî dike, li dijî Azerbaycanê bigihin hawara Ermenistanê.