Rêbiwar Talebanî: Encamdana referanduma serxwebûnê, destkefteke mezin a miletê Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbiwar Talebanî radigihîne, encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, mezintirîn destkefta miletê Kurd a di çend salên borî de ye.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Madeya 140 û serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî îro di çarçoveya beşdariya di paneleke teybet bi salvegera encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê de ragihand, encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di sala 2017an de, mezintirîn destkefta miletê Kurd a di çend salên borî de ye.

Diyar kir jî, ew ne poşman e ku wî li bajarê Kerkûkê piştevanî li encamdana referandumê kiriye û şanaziyê bi dengdayîna bi serxwebûna Kurdistanê dike.

Rêbiwar Talebanî dibîne ku partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê berbestên mezin ên li pêş sûdwergirtina ji referanduma serxwebûna Kurdistanê ne, ji ber ku derbarê ti babetekê de negihin rêkeftinê û dijatiya hevdu dikin. Destnîşan kir jî, eger Amerîka, civaka navdewletî û hemû welat piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin, eger partiyên siyasî li hev nekin, dewleta Kurdî ava nabe.

Di berdewamiya axaftina xwe de jî Rêbiwar Talebanî got: “Hemû Kurd û bi taybet Kerkûkî ji hundirê xwe ve gelekî dilxweş in ku dengê ‘belê’ dan serxwebûna Kurdistanê. Rast e ku ew aciz in referandum negihîşt armanca ku wan dixwast, lê neyarên me jî ji encamdana referandumê nerihet in.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bixwazin nexwazin, em her dewleta Kurdî dixwazin û ava jî dikin.”