Hikûmeta Îranê li kuştina 41 xwepêşanderan mikur tê

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Îranê radigihîne, di xwepêşandêrên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 41 kes hatine kuştin.

Telefizyona fermî ya Îranê ragihand, bi sedema xwepêşandan û aloziyên çend rojên borî, 41 kes hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku baregeha wê li Osloyê ye dibêje, di encama xwepêşandanan de, herî kêm 50 kes hatine kuştin.

Mehsa “Jîna” Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandanên nerazîbûnê li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derketine.