Bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê Foruma El-Rafîdeyn dest pê dike

Di Foruma El-Rafîdeyn a Diyalogê de çend pirsên navxweyî û derveyî tên gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, îro Foruma El-Rafîdeyn li Bexdayê dest pê dike.

Rêveberiyên kanala Kurdistan24ê û Navenda El-Rafîdeyn a Diyalogê "girêbesta sponsoriya medyayî" îmze kirin ji bo çaremîn xula forumê ku dê li jêr navê "Cîhan di Guherînê de ye" were lidarxistin.

Li gor girêbestê, Kurdistan24 dê panel û gotarên li nav forumê di nava çar rojan de biweşîne, ku roja duşemê 26ê Îlonê dest pê dike heta 29ê Îlonê berdewam dibe.

Di forumê de 300 kesayetên siyasî, akademîsyenên navdewletî, lêkolîner û rewşenbîrên 33 welatan beşdar dibin.

ARMANCÊN FORUMÊ

- Pêşkêşkirina destpêşxeriyên niştimanî û navdewletî li ser wan mijaran ku behsa wan dikin, bi handana beşdaran ku bi awayî rastîn li kêşeyên niştimanî, navçeyî û cîhanî binêrin, herwiha hişmendî û fikirîna erênî bibe karê pêşî, da ku bigihin çareserkirina kêşeyan.

- Merkeza Iraqê ew e ku bibe cihek ji bo diyaloga avaker li ser pêşhateyên cîhanî, herwiha egera mazûvaniya forûm û konferansên navdewletî hebe ku bi kûrahî behsa wan dosyeyan bikin û raspardeyên pratîkî der bikin.

- Bilindkirina pêwendiya zanistî ya navbera biryarderên Iraqî, Erebî, biyanî, bi taybetî zanîngeh û rêxistinên nehikûmî yên navxwe û navdewletî û biryarderan.

- Dewlemendkirina gotûbêja li ser mijarên siyasî, civakî, aborî, jîngehî, ewlehiyên cîhanî, axaftina li ser bandorên wan, destnîşankirina kêşeyan û rêyên reftara erênî ligel wan.

- Danûstandina fikr û ramanan û bilindkirina hevkariya navbera navendên lêkolîn û fikirînê li cîhan û navçeyê, bi awayekî ku pêwendiyan bihêz bike ji bo dîtina çareseriya bibandor bo kêşeyên cîhanî yên hevçerx.

FORUM VAN WORKSHOPAN LI XWE DIGRE:

1- Guherîna Dîjîtal: Ji erdê heta fezayê… Ji bo geşeya aborî derfet e yan li ser asayîşa cîhanê metirsî ye?

2- Sektora Enerjiyê: Pêwîstiyên hikûmraniyê… Rêyên hemecûrekirinê… Asoya berdewamiyê.

3- Cîhan di guherînê de ye: Ji rêkeftina Parîsê heya peymana keşûhewayê ya Glasgow.

4- Sîstema gendeliyê: Belayekî berdewam… Çareseriya tirsnok.

5- Destûra Iraqê: Binpêkirina berdewam… Sererastkirinên girtî.. Çareseriya nediyar.

6- Rola rêxistinên nehikûmî di arastekirina siyasetên giştî de û piştevanîkirina serweriya yasayan.

FORUM DÊ DI RÛNIŞTINÊN XWE DE LI SER VAN MIJARAN NÎQAŞAN BIKE:

- Cîhan Piştî Şerê Rûsya Û Ukraynayê: Bandorên Jeosiyasî Û Asoya Şerê Cîhanî.

- “Piştîne û Rê” û "Deriyê Cîhanî": Hevbirîna Stratejiyan û Cemsergîriya navdewletî.

- Bingehên Yasadanînê: Bihêzkirina Rolan Ber Bi Avakirina Dewleta Welatîbûnê.

- Polîtîkayên Darayî: Xurtkirina Vejandinê Ji Hevkariya Navdewletî Ber Bi Pîşesaziya Vejînê.

- Berdewamiya Ewlehiya Xwarekê: Zincîreyên Peydakirinê û Stratejiyên Rûbirûbûnê.

- Veberhênana li Rojhilata Navîn: Derfetên Rakêşanê, Handan û Kêmkirina Neyeksaniyê.

- Lûtkeya Bexda bo Hevkarî û Hevbeşî: Pêwîstîyên Kiryarên Erênî Bo Rûbirûbûna Astengiyan.

- Krîzên Maxreba Erebî “Tûnis û Lîbya”: Diyalektîka Pevçûnê û Kêşeyên Desthilatê.

- Pêwendiyên Iraq û Behreyn: Asoya Hevkarî û Hevbeşî

- Efxanîstan: Pêşerojeke Nediyar di Navbera Milmilane Nûjenbûn û Bijardeyên Pêkvejiyanê.

- Ji Meydanên Xwenîşandanê Heta Qubeya Parlamentoyê: Diyalektîka Guherînê û Asayonên Pêşerojê.

- Karînên Parastinê û Hewldanên Ewlehiyê ji bo Xurtkirina Serwerî û Parastina Civakê, Stûnên Bingehîn in.

- Pirsgirêkên Xwendina Bilind: Krîza Lêkolînên Zanistî, Bandorên Siyasî û Pêwîstiyên Serxwebûnê.

- Eşîrên îraqê.. Reseniya Kevneşopiyan.. Pêwîstiya Nûjeniyê.. Rola Erênî.