Şeş aliyên siyasî yên Iraqê hevpeymaniyeke nû ava dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên endamekî nivîsgeha Tevgera Hîkme, şaş aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hevpeymeniyeke nû ji bo birêvebirina Iraqê pêk anîne.

Endamê Nivîsgeha Tevgera Hîkme ya Niştimanî Fadî Şemerî di daxuyaniyekê de aşkere kir, lihevkirin ji bo pêkanîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hatiye kirin.

Şemerî diyar kir, Çarçoveya Hevahengiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymaniya Azim, Siyade, Babiliyon di vê hevpeymaniyê de beşdar in.

Şemerî got: “Hêvîdar in karûbar bi awayekî baş bên kirin, namzedê Serokomar bê diyarkirin û parlamento dest bi karên xwe bike.”

Pêştir jî serkirdeyê di Çarçoveya Hevahengiyê de Mihemed Mihdî Beyatî ji K24ê re gotibû, di demekê nêzîk de hevpeymaniyeke nû bi navê “Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê” ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, bi beşdariya Çarçoveya Hevahengiyên, PDK, YNK û Hevpeymaniya Siyade tê ragihandin.

Da zanîn jî, 183 îmzeyên parlameteran ji bo aktîvkirina parlamentoya Iraqê hatine komkirin.

Da zanîn jî, 183 îmzeyên parlameteran ji bo aktîvkirina parlamentoya Iraqê hatine komkirin. Demeke jî ji ber xwepêşandanên meha borî, rûniştinên parlamentoyê hatine rawestandin.