Iraq amareke nû derbarê rûniştvanên Herêma Kurdistanê de askere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta plandananê ya Iraqê eşkere kir ku hejmara texmînkirî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê, 5 mîlyon 884 hezar e, anku ji sedî 14 ê rûniştvanên Iraqê ye.

Wezareta plandananê ya Iraqê di bersiva parlamentereke Kurd de ragihand, li gorî dawî rûpîva li ber dest, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê 5 mîlyon 884 hezar û 23 kes e, anku ji sedî 14 ê rûniştvanên Iraqê ye.

Li amarên wê Wezaretê, hejmara rûniştvanên parêzgeha Duhokê 1 milyon û 432 hezar û 326 kes e, parêzgeha Hewlêr 2 milyon û 55 hezar û 448 kes e û parêzgeha Silêmaniyê 2 milyon û 396 hezar û 206 kes e.

Li hemberê jî li gorî Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê, hejmara rûniştvanên parêzgehên Herêma Kurdistanê di sala 2020an de, nêzîkî 6 milyon û 200 hezar kesan e ku ev jî dike ji sedî 15.3 a rûniştvanên Iraqê.

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Nermîn Marûf roja 13ê Îlonê nivîsek arasteyî Wezareta Plandananê ya Iraqê kiribû û tê de daxwaz kiribû li gorî madeya 61 a destûrê, zanyariyan li ser projeyên weberhênanê yên di plana weberhênana wezaretê ya 2021ê yên taybet bi parêzgehên Herêma Kurdistanê de û her wiha hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê heta sala 2022an diyar bikin.

Nermîn Marûf dibêje, di çend salên borî de ji bilî derxistina astengiyên berdewan ji bo nedana mafên Herêma Kurdistanê ji budceya hikûmeta federal, bişka Herêma Kurdistanê jî bi rêjeya (12.6) hatiye hejmartin.