Wezareta Tendirustiyê derbarê vaksîna Koronayê de du biryar dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê wergirtina doza çarem a vaksîna Koronayê (Covid-19) ragihand.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê wergirtina doza çarem a vaksîna Koronayê (Covid-19) ragihand.

Îro duşemê 26ê Îlona 2022yan, Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo berjewendî û tendirustiya giştî ya welatiyan, biryar hat dayîn ku wergirtina vaksînê ji bo zarokên ji pênc salî mezintir, were zêdekirin.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê biryar da, wergirtina doza çarem a vaksîna Koronayê bi xwazyarî ji bo welatiyên ku dixwazin werbigrin, were dabînkirin.