Serokê MAKê: HDP dê bi vê tifaqê rêjeya dengê xwe bigihîne ji sedî 15an

Li gorî serokên kompanyeyên rapirsiyê ev tifaq dê dengên HDPê zêde bike. Lê şirovekar dibêjin zêdetir dê pêkhateyên li gel HDPê ji vê tifaqê sûdê werbigrin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de piştî tifaqa deshilat û muxalefatê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li gel partî û rêxistinên çep û sosyalîst tifaqa sêyem ya bi navê “ Ked û Azadiyê” ava kir. Li gorî serokên kompanyeyên rapirsiyê ev tifaq dê dengên HDPê zêde bike. Lê şirovekar dibêjin zêdetir dê pêkhateyên li gel HDPê ji vê tifaqê sûdê werbigrin.

Tifaqa Ked û Azadiyê bi serkêşiya HDP û 6 partî û rêxistinên çep û sosyalist di 24ê Îlonê de li Stenbolê avabûna xwe ji raya giştî re eşkere kir. Bi vê yekê bi awayekî fermî HDPê jî tifaqa xwe li gel Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedkar (EHP) ava kir.

Di ragehandina tifaqê de aborî, feqîrî, pirsa Kurd, çareseriyeke demokratik û aşitiya civakê mijarên sereke bûn. Di daxuyaniyên tifaqê de hate gotin ku dê hemû kêşeyên Tirkiyê bên çareserkirin û deshilata takekesî ya heyî dê ji holê bê rakirin. Li gorî serokên kompanyayên rapirsiyê ev tifaq di du mijaran de vê bandorê siyaseta Tirkiyê bike û dê diyar ker be.

Serokê Rapirsiya MAKê Mehmet Alî Kulat ji K24ê re ragihand: “Di rapirsiyên ku me di demên borî de kirine rêjeya dengên HDPê wek ji sedî 12-13 derdikeve. Lê belê bi vê tifaqê em dikarin bêjin ku dengên HDPê niha ji sedî 14-15 ye. Herwiha ev tifaq di warê evlehiya sindoqan de jî taybetî dê li bajarên ku Kurd lê zêde ne bi bandor bin. Ev yek jî bêguman dê encamên hibijartinên giştî û serokomariyê biguherîne.”

Beramberî vê yekê şirovekarên siyasî jî dibêjin tifaqa HDPê zêdetir kêrî pêkhateyan tê û dijî HDPê nerazîbûn jî hene.

Şirovekarê Sîyasî Neşat Gundogdu ji K24ê re diyar kir: “Tifaqa Ked û Azadiyê li ser milê HDPê hatiye avakirin. Ev tifaq zêdetir kêrî pêkhateyan tê. Ji ber ku bi dengên HDPê taybetî bi dengê Kurdan dê partiyên ku rêjeya dengê wan qet nîne bikevin parlementoyê. Heta ji ber vê tifaqê di nava Kurdan de jî li dijî HDPê nerazîbûn hene. HDP bi vê tifaqê zêdetir xwe wek partiyeke Tirkiyeyê bi nav dike lê ji dengdêrên Kurd jî dûr dikeve.”

Tifaqa Ked û Azadiyê yekem civîna xwe di 18ê Rêbendana 2022an de li dar xistibû û di 25ê Tebaxê de navê tifaqê hatibû diyarkirin. Di 24ê Îlonê de jî ev tifaq bi awayekî fermî hate ragihandin. Tê çaverêkirin di rojên bê de HDP li Bakurê Kurdistanê jî li gel partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî re jî tifaqekê ava bike û li ser di tifaqan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinên 2023an bike.