Li Mêrsînê di êrîşeke PKKê de polîsek û du gerîlayên jin hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mêrsînê, di encama êrîşeka PKKê de, polîsek hate kuştin du gerîlayên jin ên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Mêrsînê ya Tirkiyê êrîş li komelgeha niştecihbûnê ya taybet bi polîsan hate kirin. Polîsan jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derket.

Di derheqê êrîşê de Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihand, êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Soylu diyar kir, di encama êrîşê de polîsekî wan hat kuştin, polîsek û welatiyekî birîndar bûye.

Soylu da zanîn jî, êrîşkaran teqemeniya ser xwe teqandina û li gor dazanîna Soylu her du êrîşkar jin bûne û di pevçûnan de birîndar dibin û piştire ew xwe diteqînin.

Her wiha hat zanîn ku bergûmanekî êrîşê jî hatiye desteserkirin.