Bi amadebûna Mesrûr Barzanî kevirê binyatê yê çend projeyan li Zaxo tê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê binyatê yê çend projeyan li Zaxo tê danîn.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Îlona 2022an kevirê binyatê yê çend projeyan bi 26.5 milyar Dînaran li Îdareya Serbixwe ya Zaxo tê danîn.

Projeyên li Zaxo werin cibicîkirin:

- Dirustkirina cotrêya Îbrahîm Xelîl – Baçîka

- Dirustkirina cotrê nahiya Derkar

- Dirustkirina cotrêya Batîfa

- Dirustkirina dibistanekê li taxa Erdewan a Zaxoyê

- Dirustkirina dibistana gundê Deştmerê

- Nûjenkirina bazara kevin a Zaxoyê