Îranê gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Îran gundê Mêrge yê li devera Çoman a ser bi Hewlêrê ve bombebaran kir.

Peyamnêrê K24ê li deverê ragihand, droneke artêşa Îranê îro danê sibê gundê Mêrge li devera Çomanê bombebaran kir.

Peyamnêrê me da zanîn, droneyê nava gund bombebaran kiriye, lê heta niha nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.

Ev di demekê de ye, ev sê roj in navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê topxaneya Îranê ve tê topbarankirin û gelek gundî ji bo selametiya xwe, berê xwe dane navenda nahiya Sîdekanê.