Mesrûr Barzanî: Em di cibicîkirina projeyan de berdewam in

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro kevirê binyatê yê çend projeyan bi 26.5 milyar Dînaran li Îdareya Serbixwe ya Zaxo hat danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyatê ya çend projeyên stratejî li Zaxoyê de ragihand, “Ji ber şerê li navçeyên sînorî û derdora Zaxoyê tê kirin, nikarin gelek cihan avedan bikin. Hêvîdar in şer bi dawî bibe û rêz li xak û serweriya me bê girtin, ta ku bikarin gundên xwe avedan bikin û xizmetên zêdetir pêşkêşî welatiyan bikin.”

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Îlona 2022an kevirê binyatê yê çend projeyan bi 26.5 milyar Dînaran li Îdareya Serbixwe ya Zaxo hat danîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyatê ya çend projeyên stratejî li Zaxoyê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Zaxo ji bo me navçeyeke giring e û qurbaniyên mezin di şoreşên Kurdistanê de dane. Gelek malbat xwedî şehîd in. Ji ber wê her çi ji bo wan bê kirin, ji mafê wan e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa giringiya Zaxo di warê pevguhartina bazirganî û geştiyarî de kir û tekez kir ku bi dirustkirina rê, kolan û cotrêyan, dê bandoreke baş li tevgera bazirgiyaniya navxweyî û navdewletî bike.

Her wiha behsa ciwanî û xweşiya navçeyên sirûştî yên Zaxo û derdora wê kir û got: “Zaxo ji aliyê geştiyariyê ve, navçeyeke dilrevîn e, lê mixabin ji ber şerê li navçeyên sînorî û derdora Zaxoyê tê kirin, nikarin gelek cihan avedan bikin. Hêvîdar in şer bi dawî bibe û rêz li serweriya xaka me bê girtin, ji bo xelkê me vegerin ser cih û warên xwe û projeyên xizmetguzariyê yên zêdetir cibicîkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Em ê di cibicîkirina projeyan de berdewam bin. Di plana Kabîneya Nehem de heye em  de bendavekê ava bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran û pirsa avê ku pirseke gelekî hestiyar e.”

Projeyên ku kevirê binyatê ji bo wan were danîn, dirustkirina cotrêya Îbrahîm Xelîl – Baçîka, dirustkirina cotrê nahiya Derkar, dirustkirina cotrêya Batîfa, dirustkirina dibistanekê li taxa Erdewan a Zaxoyê, dirustkirina dibistana gundê Deştmerê û nûjenkirina bazara kevin a Zaxoyê ne.

Di vê derbarê Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ji K24ê re got: “Îro rojeke dîrokî ye ji bo me ku salek di ser ragihandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê re derbas dibe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Zaxo dike û kevirê binyatê yê çend projeyan datîne ku projeyên giring û stratejîk in.”