Konsera Mem Ararat li Mêrsînê hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsera hunermend Kurd Mem Ararat ku biryar bû îşev li Mêrsînê bihata kirin, ji aliyê parêzgariya bajêr ve hat qedexekirin.

Hunermend Mem Ararat li ser hejmara xwe ya li tora civakî belav kir, dê îro 27ê Îlonê konser wî li Mêrsînê bihata kirin û hemû amadekarî hatibûn kirin û gelek muzîkjen gihîştibûn Mêrsînê, lê konsera wî ji aliyê Parêzgariya Mêrsînê ve hat hilweşandin.

Derbarê sedema qedexekirinê de Şêwirmenda Mem Ararat ji peyamnêrê me re got: “Salên berê jî me 4 caran konsert li Mêrsînê saz kir tu kêşe derneketin. Niha ji bo konserta îşev, hêzên ewlekariya bajarê Mêrsînê ji me re ti hincet û sedem nîşan nedan, tenê gotin: Em rê nadin ku hûn konserê bikin.”

Ev yek di demekê de ye, îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 15 konser û festîvalên navxwe û navdewletî bi sedemên curbicur hatine qedexekirin. Hin ji wan konseran bi bihaneyên siyasî, civakî û mezhebî hatine qedexekirin.