Karker û karmend daxwaza zêdekirina promosyonan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karker û karmendên li Tirkiyê, ev demeke ku ji bo promosyonên muçeyên wan bên dirustkirin, çalakiyan lidar dixin. Di 27’ê Îlonê de jî karker û karmendên sendîqayên ser bi Konfederasyona Sendîqayên Kaker û Karmendan (KESK) ve ne; li bankayên ku karmend jê muçeyên xwe distînin, çalakî lidar xistin û bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku promosyonên wan li gor mercên enflasyona li Tirkiyê bên diyar kirin û dayîn.

Li ser navê endamên sendîqayên beşdar, Serokê Sendîqaya Karkerên Pişesaziya Enerjiyê (ESM) Safer Tugrûl, daxuyand ku li Tirkiyê bihayê her tiştî zêde bûye û enflasyon her diçe berz dibe, lê promosyonên wan li gor şertên nû nehatine nûjen kirin û da zanîn ku daxwaza karker û karmendan ew e ku promosyon li gor enflasyonê bên nûjenkirin û dayîn.

Tûgrûl bal kişand ku banke li gel ku li gor enflasyonê kara xwe zêde dikin, lê promosyonên karmendan zêde nakin û dawaz kir ku demek zûtir, promosyonên karker û karmendan bên sererast kirin.