Droneke Tirkiyê otomobîlek li Girkê Legê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî gundê Til Cuman ê ser bi Girkê Legê ve bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên wî jêderî, otomobîla hatiye armanckirin birîndar û kûştî hene, lê heta niha hejmara wan neyê zanîn.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyê otomobîleke HSDê bombebaran kir û di encamê de şervanên HSDê hatin kuştin.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.