Hejmara geştyarên ji Kurdistanê bo Tirkiyê zêde bûye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî nexweşiya Korona û sererastbûna hatiçûnê rêjeya geştyarên ji Kurdistanê yên ku serdana Tirkiyê dikin ji sedî 50 zêde bû. Li gorî amarên en fermî rojane zêdetirî 2 hezar û 500 geştyar ji Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin.

Ji ber Koronayê ev dû sal in seferên geştê hatibûne betalkirin. Lê piştî qedexeya hatiçûnê rabû di sala 2022an de rêjeya geştyarên ji Herêma Kurdistanê ku serdana Tirkiyê dikin ji sedî 50 zêde bû. Geştyarên Kurd ku serdana bajarê Stenbol û bajarên din dikin dibêjin; ew wek salên borî tevnagerin, vê carê bi plan tên Tirkiyê. pêşî deverên ku dê biçinê destnîaşn dikin û wisa ji Kurdistanê dikevin rê û tên Tirkiyê.   

Geştyarê Kurd ê ji Duhokê Nizbî Melezade Yehya ji K24ê re got: “Ji bo hefteyekê em hatine tevlî bi çend hevalan ji bo geşta Stenbolê paşî em ê vegerin Bi taybetî xelqê Kurdistanê gelek ji Stenbolê hez dikin bo geştê. Zorbeyî geşta me jî bo Stenbolê ye û heta niha tû kêşe jî bo me çênebûn.”

Geştyarê ji Rewandizê Ehmed Kemal Abdullah dibêje: “Ez dema li wan cihên ku dîrokî ne geştê dikim dilê min xweş dibî. Farisî hene, Hindî hene, Kurd û Tirk hene hemû li vir in. Bi taybetî Kurdên li vir rêz li me digirin.”

Li gorî amarên ne fermî ku kompaniyên geştê diyar dikin rojane 2 hezar û 500 geştyar ji Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin. Bi rêya balefirxaneya Hewlêr, Silêmanî û deriyê Îbrahîm Xelîl.

Xwediyê Kompaniya Geştê li Tirkiyê Xelîl Zêbarî ji K24ê re diyar kir: “Îsal ew şert û merc neman û mijara corona xelas bû loma vê salê gelek zêde bû. Ji sedî 50 zêdetir geştyar hatin bo Tirkiyê. Rojane 2 hezar û 500 geştyar bi rêya matara Hewlêr û Silêmanî û bi rêka Îbrahîm Xelîl tên bo Tirkiyê lê ev amar ne fermî ne.”

Geştyarên ku ji Herêma Kurdistanê tên û serdana Tirkiyê dikin piranî li Stenbol, Trabzon, Herêma Ege û wek Behra Spî li deverên dîrokî geştên xwe pêk tînin. Geştyarên Kurd di nava hefteyekê de li van deveran ji bilî otelê 500 dolar tevlî otelê jî nêzîk hezar û 500 dolar pere xerc dikin di geşta xwe ya Tirkiyê de.