Hunermendên Kurd bo rayedarên Îranê: Em westiyayî û bi hêrs in

Hunermendên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di nameyekê de derbarê kuştina Jîna Emînî û bêdengkirina xwepêşanderan de berê xwe didin rayedarên Îranê û dibêjin: “Hûn vê niştimanê ber bi ku ve dibin û we xewna çi çareseriyek ji bo me dîtiye?... Em westiyayî û bi hêrs in.”

Hewlêr (K24) – Hunermendên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di nameyekê de derbarê kuştina Jîna Emînî û bêdengkirina xwepêşanderan de berê xwe didin rayedarên Îranê û dibêjin: “Hûn vê niştimanê ber bi ku ve dibin û we xewna çi çareseriyek ji bo me dîtiye?... Em westiyayî û bi hêrs in.”

Zêdetirî 100 hunermendên navdar ên Kurd, ji wan; Qutbedîn Sadiqî, Hadî Ziyaedîn, Cemşîd Endelîbî, Celîl Endelîbî, Şehram Elîdî, Bîjen Kamkar û Şehram Nazî, di nameyekê de ligel amajedana ser kuştina Jîna Emînî û nerazîbûnên van demên dawî yên Îranê, ragihandine: “Em bêzar in û hawarê dikin. Bêzariya tundûtûjî û zextkirinê, bêzariya zordarî û rûbirûbûna îradeya giştî. Em bêzar in ji îrade û wan fermanên ku xwîna xelkê helal dikin, giyanê mirovan li cem wan erzan e û ji bo nixûmandinê her tawanek û derewekê dikin.”

Di nameyê de hatiye diyarkirin: “Em her sibê bi nûçeyên mirinê dikin êvar, mirina geştyarên firokeyeke tijî hêvî, mirina birûmet a kolberekî tijî hêviya nan, mirina werzişvanekî tijî hêviya şanaziyê, mirina koçberên ku ji ber tunebûna hêviyê direvin, mirina jineke gelek birûmet, mirina xirûra zilamekî kûr ku di nav zibil de li pey pariyekî nan e, mirina wan keçên ji bo kirîna dermanên dayîka xwe çûne ser cadeyê, mirina gula Urmiyê, mirina Zagros û mirina huner.”

Hunermendên Kurd di dawiya nameyê de dibêjin: “Em weke civata hunermendên Kurd û welatê Îranê ku perwerdeya destê vê xelk û neteweyê ne û emîndarê huner û tomarkarê hêvî û janên wan in, hevxemiya xwe ligel xelkê xembar ê Îranê radigihînin û bi nûnertiya wan, dubare dikin ku em bi hêrs û westîyayî ne.”

Kuştina Jîna Emînî ya 22 salî li Tehranê ku ji aliyê polîsên asayîşa civakî ve hatibû desteserkirin, karvedanên navxweyî û navdewletî yên berfireh li pey xwe anîn.

Nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê, heta niha li bajarên mezin ên Îranê berdewam in û civaka navdewletî jî daxwaza parastina mafên xwepêşanderan û lêpirsîn û lêkolînên bi hûrgilî û zelal li ser dosyeya kuştina Jîna Emînî dikin.