Îran topbarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê didomîne

Çar roj in topxaneyên artêşa Îranê bi tundî devera Biradost a Herêma Kurdistanê topbaran dikin.
Dîmenek piştî topbaranê
Dîmenek piştî topbaranê

Hewlêr (K24) – Çar roj in topxaneyên artêşa Îranê bi tundî devera Biradost a Herêma Kurdistanê topbaran dikin.

Rêveberê Nahiya Sîdekan Îhsan Çelebî îro sêşemê 27ê Îlona 2022yan ji Kurdistan24ê re ragihand, vê sibê nêzîkî demjimêr 10:00, topxaneyên Îranê ev roja çarem e ku lûtkeyên çiyayên Berbizîn, Seqer, Kiwêstan û gundên Berbizîn, Binperêz, Benê, Binreşkîn û Perçîxe topbaran dikin.

Rêveberê nahiya Qesrê ya ser bi navçeya Çoman Şaxewan Husên ji Kurdistan 24ê re ragihand: “Demjimêr 10:00ê beriya nîvro, artêşa Îranê gundê Mêrge yê li nahiya Qesrê bombebaran kir.”

Şaxewan Husên eşkere kir, piştî lêkolînên dezgehên ewlehiyê, derket holê ku bombebaran bi rêya droneke bombekirî hatiye encamdan ku xwe bi armancê de teqandiye.

Herwiha diyar kir ku ji bilî ziyanên maddî û jîngehê, ziyan giyanî derneketiye holê.