Mesrûr Barzanî: Hikûmet amade ye hêsankariyê ji bo sektora taybet û veberhêneran pêşkêş bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 27ê Îlonê, li bajarê Zaxo, ligel hejmarek veberhêner û karsazên li îdareya serbixwe ya Zaxoyê civiyan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 27ê Îlonê, li bajarê Zaxo, ligel hejmarek veberhêner û karsazên li îdareya serbixwe ya Zaxoyê civiyan.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya veberhêner û karsazên navçeyê kir, ku hevkar in ligel Hikûmeêta Herêma Kurdistanê ji bo encamdana projeyên girîng û stratejîk ên li deverê.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyek bo sektora taybet û veberhêneran, ji ber ku hikûmet û sektora taybet hevdû temam dikin ji bo pêşvebirina zêdetir a aboriya Herêma Kurdistanê û pêkanîna derfetên kar ji bo ciwanan.

Herwiha destnîşan kir ku divê proseya veberhênanê li gor plan û pêwîstiyên xelkê deverê be.

Di dawiyê de veberhêner û karsazên ku di civînê de amade bûn, pêzanînên xwe ji bo hêsankarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dan û çendîn pêşniyar û raspardeyên xwe ji bo pêşvebirina proseya veberhênan û jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.