Li Zaxoyê kevirê bingeha du dibistanan hat danîn

Li îdareya serbixwe ya Zaxoyê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingeha du dibistanên 18 polî û 12 polî hat danîn.
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd

Zaxo (K24) – Li îdareya serbixwe ya Zaxoyê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingeha du dibistanên 18 polî û 12 polî hat danîn.

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro sêşemê 27ê Îlona 2022yan, li Zaxo danîna kevirê bingeha du dibistanan de ragihand, girîngîdana warê perwerdehiyê di pêşîneya karên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Alan Heme Seîd tevî ragihandina danîna kevirê du dibistanên nû li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, diyar kir ku îsal 38 dibistanên din jî dê li Zaxoyê werin nûjenkirin.

Heme Seîd tekez kir ku piştî damezrandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê, dirustkirina Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Zaxoyê bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yek ji wan karên girîng ên wezaretê bû ji bo warê perwerdehiya li deverê.

Derbarê siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo girîngîdana warê perwerdehiyê de, Alan Heme Seîd eşkere kir, ji bilî ku warê perwerdehiyê di çarçoveya siyaseta girîngîdanê ya Kabîneya Nehem de di nav karên herî pêş de ye, li ser bingeha dadperweriyê, bêhtir girîngiyê li wê navçeyê didin ku pêwîstiya wan bi alîkariya zêdetir heye.