Blinken: Em referandûma Rûsyayê şermezar dikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken referandûma Rûsyayê şermezar dike û dibêje, ew ti car tevlîkirina navçeyên Ukraynayê bi Rûsyayê ve, nas nakin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken referandûma Rûsyayê şermezar dike û dibêje, ew ti car tevlîkirina navçeyên Ukraynayê bi Rûsyayê ve, nas nakin.

Antony Blinken diyar kiriye: “Em û çend welatên din bi awayekî eşkere radigihînin ku em ti car tevlîkirina navçeyên Ukraynayê bi sînorê Rûsyayê ve, nas nakin.”

Blinken destnîşan kir, mafê Ukraynayê heye ku berevaniya xwe bike û navçeyên xwe kontrol bike.

Wezîrê Derveyê Ukraynayê Dmitro Kuleba derbarê referandûma Rûsyayê ya li Ukraynayê de dibêje, sepandina sizayên sivik û nîşandana nermiyê li hember Rûsyayê, dibe handerek ji bo alozkirina rewşê, divê siza wisa bi bandor bin ku bandoreke mezin li ser aboriya Rûsyayê dirust bikin.

Dmitro Kuleba diyar kiriye, encamên referandûma Putin, ti bandorekê li ser siyaset û dîplomasî û hewldanên Ukraynayê di qada şer de nake.

Beriya niha desthilatdarên Rûsyayê ragihandibûn, li her sê herêmên Luhank, Donetsk û Kherson, li başûrê Ukraynayê û navçeya Zaporizhzhia, ku di bin desthilata Rûsyayê de ne, referandûm dikin, da ku nêrîna xelkê derbarê çarenûsa wan de bizanin.