Tifaqa Ked û Azadiyê: Ji bo çareseriya pirsa Kurd em amade ne bibin desthilat

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi awayekî fermî yekîtiya xwe ragihand û di nexşerêya xwe ya ji bo hilbijartinan de ragihand, ew ji bo çarseriya kêşeya Kurd, demokrasî, parastina xwezayê, pirsgirêkên aborî, mafên jin û ciwanan û yê dadweriyê tên û namzedê desthilatê ne.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi awayekî fermî yekîtiya xwe ragihand û di nexşerêya xwe ya ji bo hilbijartinan de ragihand, ew ji bo çarseriya kêşeya Kurd, demokrasî, parastina xwezayê, pirsgirêkên aborî, mafên jin û ciwanan û yê dadweriyê tên û namzedê desthilatê ne.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku ji partiyê çep û sosyalîst pêk tê û serkeşiya wê HDP dike nexşerêya xwe ya ji bo hilbijartinan ragihand. Di nexşerêya hevpeymaniyê de çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêyên demokratîk yek ji mijarên herî giring e ku derdikeve pêş. Digel vê yekê kêşeya demokrasî, pirsgirêkên aborîyê û yên dadweriyê jî çend ji wan mikjaran in wê têkoşîna wan bê dayîn û wê wekî bangeşiya hilbijartinê jî ji aliyê hevpeymaniyê ve bêne rojevê.

Parlemaneterê HDPê Garo Paylan ji K24ê re diyar kir: “Li vî welatî êşên Kurdan hene, Elewiyan hene. Em çareseriyeke demokratîk dixwazin ji bo Kurdan bi rêya wekheviyeke tam. Îro me hevmeymaniya çep û sosyalîstan pêk anî, lê em ê hevpeymaniya Kurdistanî jî ava bikin digel hevpeymaniya ekolojî, jin û ya azadiyan. Loma ev rê rêya sêyemîn e ji bo Tirkiyê û em namzedê desthilatê ne ji bo herkesê ku doza azadiyê dike."

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokfratîk ya Gelan HDP, Partiya Karkerên Tirkiyê TİP, Partiya Kedê EMEP, Partiya Azadî û Civakê TOP, Partiya Tevgera Kedkaran EHP û Federasyona Encûmena Sosyalîst ve pêk tê, di nexşerêya xwe de xwe wekî namzedê desthilatê dibîne û rexneyan hem li desthilatê û hem jî li masaya şeşqolî digire ku nikarin bi wêrekî kêşeya Kurdî û ya civaka Tirkiyê çareser bikin.

Serokê Berê Giştî yê EMEPê Levent Tuzel ji K24ê re ragihand: “Helwesta desthilatê ya di warê çareseriya kêşeya Kurd de neguheriye bi rêya şer dixwaze vê kêşeyê çareser bike. Lê di rojeva me de banga aştiyê heye. Hêzên hevpeymaniya Ked û Azadiyê jî wê digel şerxwaziya desthilatê di rojên pêş de banga xwe ya aştiyê bikin û projeyên xwe pêşkêş bikin."

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê di heman demê de ji bo rêveberiyên xwecihî yên demokratîk jî diyar dike, divê rêveberiyên xwecihî yanî şaredarî ne bin erka desthilatê de xwedî rayeyeke serbixwe bin û mekanîzmayên ku civak jî karibe tevlî proseyê bibin bê avakirin. Herwiha di komcivîna hevpeymaniyê de hem piştgirî ji bo Selahattîn Demirtaş hate ragihandin û hem jî kuştina Jîna Amînî hate bibîranîn.

Tifaqa sêyemîn dibêje, karên ku ji aliyê masaya şeşqolî û desthilatê ve nayêne çareserkirin û nikarin çareser bikin tifaqa sêyemîn amade ye wan çareser bike. Yek jê tifaq dibêje em ji bo çareseriya kêşeya Kurdî û ji bo azadiya mafên hemû gelên Tirkiyê amade ne ku bibin desthilat.