Îran devera Biradost dide ber topan

Îran pênc roj in li ser hev navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo roja pêncem li ser hev, îro careke din topxaneya Îranê devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran dike.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, topxaneya Îranî îro demjimêr 7:20 bi giranî çiyayên Berbizîn û Seqer û zazanên Berbizîn û gundê Bin Perêz û Banê yên derdora Sîdekanê dan ber topan.

Ev di demekê de ye, ji bilî ku ji pênc rojan ve topbarana Îranê li ser vê deverê berdewam e, Îranê duhî bi riya dronekê gundê Mêrge yê ser bi Çomanê ve bombebaran kir.

Hevdem bi destpêkirina xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, Îran pênc roj in li ser hev navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran dike, ji ber wê jî beşek ji gundiyên wê deverê dest ji gund û zeviyên xwe berdane û berê xwe dane deverên aram.